VÎDEO | ‘Ocalan di destê MÎTê de pêlîstok e, dewleta tirk li demeke nêzîk wî derdixe televizyonan’
PeyamaKurd – Serokê Partiya Vatan a Tirkiyê ku yek ji hevpeymana derveyî ya deshilatdariya tifaqa AKP-MHPê ye Dogu Perînçek di bernameyeke televizyonê de got ku wê Serokê PKKê Abdullah Ocalanê li Girava Îmraliyê zindanîkirî li demeke nêzîk ji aliyê dewletê di televizyonan de bê derxistin û bêje, ‘me şaşî kiriye û banga danînan çekan ji PKKê bike’.
Perînçek ku wekî kesayeteke tarî yê nav dewleta Tirkiyê tê zanîn dibêje, “Dewleta Tirk li demeke nêzîk Abdullah Ocalan derdixe televizyonan” û dewlet wê pê bide gotin, ‘me şaşî kir, çekan berdin’.
Perînçek îdiaya xwe wiha didomîne û destnîşan dike Abdullah Ocalan, “Niha dibin kontrola MÎTê (îstixbarata Tirkiyê) de wekî pêlîstokekê ye. Wî bikar tînin.”
Dogu Perînçek herwiha xwedî li rexneyên şaredarê Qersê yê ji bûyerên Kobaniyê hatiye girtin Ayhan Bilgen yên derbarê ku ‘HDP di Tirkiyebûnê’ bi ser neketiye derdikeve û dibêje, ev pêngaveke cesûr e û wê di Kurdên me de jî çepik jê re lêxin.
Doğu Perinçek'ten bomba iddia: Öcalan yakın zamanda televizyonlara çıkartılacak "Öcalan'a 'Silahları bırakın biz yanlış yaptık' dedirtilecek" pic.twitter.com/JVhXytZ2EQ
— Tez Haber (@TezHaber) October 13, 2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin