Viyan Dexîl got, PKKê Singal dagir kiriye û rê nade em biçin û bang li Kazimî kir

02 October 2021 20:04 0 dîtin
Viyan Dexîl got, PKKê Singal dagir kiriye û rê nade em biçin û bang li Kazimî kir

PeyamaKurd - Namzeda PDKê ya hilbijartinên 10ê Cotmehê Viyan Dexîl, piştî bûyerên rênedana çekdarên PKKê bo derbasbûna Şingalê ji bo bangeşeya hilbijartinê axivî û ji bo çekdarên bi ser PKKê ve yên li Şingalê got, “Hêzeke biyanî Şingal dagîr kiriye û rê nade em bigihin wan cihan.”

Piştî rêgirtina PKKê li namzedên PDKê, Viyan Dexîl ji rojnamvanan re da xuyakirin: “Dengdarên me li Şingalê dengdarên rasteqîne yê me ne. Ew dengê xwe didin Partiya Demokrat a Kurdistanê. Lê em dixwazin bi piştevaniya wan dengê xwe bigihînin Hikûmeta Iraq û Mistefa Kazimî.”

Vîyan Dexîl got: “Dema me dixwest biçin Şerfedîn û Şingalê ji bo bangeşeya hilbijartinan bikin, hêzekê rêgirî li me kir û rê neda em bigihin wan deveran ku ew jî mafekî me ya rewa ye, wê demê Kazimî di civîna Komîteya Asayişê ya Hilbijartinê de bû û digot, nabe kesek rêgiriyê li bangeşeya kandîdan bikin.”

Viyan Dexîl bang li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir û got: “Baş e vaye rêgirî li me hat kirin û me nikarî xwe bigihanda Şerfedîn û Şingalê ji bo bangeşeyê bikin. Birêz Kazimî te ji bo vê rêgiriyê çi ji me re kir? Ev rêgiriya ku îro li me hatiye kirin, wateya wê dagîrkirina Şingalê ye. Hêzeke biyanî Şingal dagîr kiriye û rê nade em bigihin wan cihan.”

Viyan Dexîl herwiha pirs kir: “Eger îro ew vê rêgiriyê dikin, roja dengdanê di çi bikin?! Ev tê wê wateyê ku roja dengdanê jî plana wan heye rêgiriyê li xelkê bikin, ta ku beşdariyê di hilbijartinan de nekin.”