Vladîmîr Pûtîn: Nîzameke nû ya cîhanê ava dibe
PeyamaKurd – Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku nîzameke nû ya cîhanê ava bûye ku cihêrengiya gerstêrkê nîşan dide û got, “Ev pêvajoyeke xwezayî ye û vegera jê tune ye.”
Serokê Rûsyayê beşdarî “Têkiliya Dem û Şaristaniyê - Bingeha Forûma Cîhana Nûjen û Pêşketinê” bû ku bi boneya 300emîn rojbûna helbestvan û ramanwerê tirkmen Mahtumkulu Firakî li Aşgabaya paytextê Tirkmenistanê hat lidarxistin.
Pûtîn rewşa cîhanê nirxand û got, “Cîhan ji ber parçebûna şaristaniyan û nakokiyên di navbera komên etnîkî û olî de rû bi rû bi xetereyên nedîtî tê. Têkiliyên navneteweyî ketine heyama guherînên bingehîn ên cîhanî. Di vê serdemê de, nîzameke nû ya cîhanê ava bûye ku cihêrengiya gerstêrkê nîşan dide. Ev pêvajoyeke xwezayî ye û vegera jê tune ye.
Pûtîn diyar kir ku li rojhilat û başûr navendên nû yên bihêz ên aborî, darayî û siyasî ava bûne û weha got: “Ev navend hewl didin serwerî, nasnameya sosyo-çandî biparêzin û xurt bikin û li gorî kevneşopî û berjewendiyên neteweyî rêyên pêşveçûnê bibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin