Volkswagen, hilberîna di fabrika xwe ya Çînê de da rawestandin
PeyamaKurd – Şîrketa hilberîna otomobîla ya ku jêdera wê Almanya ye ya Volkwagenê , bi sedema ku li welatê Çînê nexweşîna Kovid-19 ê her diçe zêde dibe, biryarê da ku fabrîka xwe ya li bajarê Chengduyê bide rawestandin.
Ji ber li welatê Çînê dewlet bi Kovid-19 ê re têkoşînê xwe dide, li gor bandora pandemiyê şîrketên li Çînê tedbîrên xwe yên li hemberê bandora nexweşînê distînin. Bi şîrketên Çînê re her weha şîrketên navdewletî jî tedbîrên xwe distînin ku yek ji wan ya Almanya ya Volkswagenê ye ku hilberîna xwe li bajarê Chengduyê dike.
Şîrket her weha li bajarê Changchunê jî hilberîna xwe kêm kir û ji 5 bandan tenê di 3 bandan de hilberînê dike. Lê fabrîkên dinan xebata xwe ya normal dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin