Wê Erdogan serdana Samê bike: ‘Têkilîyên wekî serdema Osmaniyan têne danîn’

22 December 2024 10:01 0 dîtin
Wê Erdogan serdana Samê bike: ‘Têkilîyên wekî serdema Osmaniyan têne danîn’

PeyamaKurd – Meslehetguzarê Demkî yê Balyozxaneya Şamê yê Tirkiyê Burhan Koroglu, ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan difikire di rojên pêş de serdana Şamê bike.

Koroglu di bernameyeke televizyonê de got ku wê li nêzîk wezîrê me yê derve Hakan Fîdan serdana Şamê bike û li ser serdana muhtemel a Erdogan jî wiha axivî:

“Piştî serdana Hakan Fîdan, Serokomarê me Erdogan jî difikire serdana Şamê bike.”

Herwiha Koroglu destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze têkiliyeke wekî ya serdema Osmaniyan bi Sûriyê re pêk bîne.

Hate diyarkirin ku wê ji bo serdana Erdogan a Şamê, li Hema, Hûms û Îdlibê ji asman û bejahiyê ve tedbîrên asta bilind bêne wergirtin û mertala parastina asmanî bê danîn ku tevahiya tevgerên asmanî werin kontrolkirin.