Ji Erdogan daxuyaniya serdana Bennet bo Tirkiyê: Wê bandoreke êrênî li ser Filîstînê bike!

25 March 2022 16:31 0 dîtin
Ji Erdogan daxuyaniya serdana Bennet bo Tirkiyê: Wê bandoreke êrênî li ser Filîstînê bike!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku dibe Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett serdana Tirkiyê bike. Demek berê jî di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên her du welatan de, Serokomarê Îsraîlê serdana Tirkiyê kiribû û ji aliyê Erdogan ve bi merasîmeke fermî hatibû pêşwazîkirin.

Erdogan di balafira vegera ji Lutkeya NATOyê ya Brukselê de, ji rojnamevanan re da xuyakirin, “Yek ji serdana herî girîn bo Tirkiyê serdana Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog bû. Di vê proseyê de hatine Serokwezîr Bennet jî muhtemel e.”^

Erdogan got, wê bi hatina Bennet re pêwendiyên Tirkiye-Îsraîlê di çarçoveya normalîzebûnê de bikevin qonaxeke nû û diyar kir, “Bawer dikim wê bandora vê ya erênî li ser meseleya Filîstînê jî çêbibe.”