Walîtiya Hatayê eskere kir ku 2 leskerên birîndar mirine

04 October 2019 09:59 0 dîtin
Walîtiya Hatayê eskere kir ku 2 leskerên birîndar mirine

PeyamaKurd – Leşkerên Artêşa Tirkiyê (TSK) li quntara Çiyayê Amanosê yê Navçeya Belen a Hatayê derketin operasyonê.

Wesayîta ku cendirme siwar kirîbûn di rê de qulipî. Di qezayê de 2 leşker jê giran, bi giştî 7 leşker birîndar bûbûn, 2 ji wan jiyana xwe ji dest dan.

Leşkerên di qezayê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên cuda yên Îskenderun û Hatayê. Walitiya Hatayê derbarê bûyerê agahî dan û got:

"Saet di 11.00an de li navçeya Belen a Hatayê qeza pêk hatiye. Di qezayê de 7 leşker birîndar bûne. Di qezayê de 2 çawîşê pispor tevî hemû mudaxaleyên pêwîst, nehatin xelaskirin û jiyana xwe ji dest dane. Dermankirina 5 eskerên birîndar didomin.”