Li Azezê êrîsî baregeha leskerên tirk kirin: Leskerek mir û 5 lesker jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Li Azez a Sûriyê şervanên YPGê êrîşî baregeha Artêşa Tirkiyê (TSK) kirin. Di encama wê êrîşê de leşkerekî tirk mir û 5 leşker jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku leşkerên tirk ên birîndar di deriyê Oncupinarê ve birin Tirkiyê û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tirkiyê.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkî êrîş piştrast kir û li gorî zanyariyên medya tirkî, hêzên TSKê herêmê dide ber top û guleyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin