Waliyê DAISê yê Enbarê yê bi navê Musena Xizir Setran hat kustin

18 February 2022 12:37 0 dîtin
Waliyê DAISê yê Enbarê yê  bi navê Musena Xizir Setran hat kustin

PeyamaKurd Desthilata ewlehiya Iraqê diyar kir, berpirsekî payebilind ê rêxistina terorîst ê DAIŞê ku Waliyê rêxistinê yê Enbarê bû, li navçeyeke ser sînorê navbera Iraq û Urdinê di otomobîla xwe de bi yek ji cîgirên xwe ve, demildest hat kuştin.

Çapemeniya Iraqê belav kir, do Pêncşemê ew berpirsê DAIŞê bi rêya bombebarana hêzên esmaniya Iraqê ve li çolên Rutbe ya sînorê parêzgeha Enbar a Rojavayê Iraqê bûye armanca êrîşa wan.

Waliyê Enbarê yê DAIŞê yê bi navê Musena Xizir Şetran otomobîla xwe de hatiye bombebaran kirin û li gel yek ji cîgirên xwe demildest hatiye kuştin.