Waliyê DAISê yê Enbarê hat desteserkirin

11 June 2020 19:44 0 dîtin
Waliyê DAISê yê Enbarê hat desteserkirin

PeyamaKurd – Tora Medyayî ya Ragihandina Ewlekariyê ya Wezareta Berevaniya Iraqê ragihand ku di encama operasyonekê de parêzgarê DAIŞê yê çola Enbarê Elî el-Melacî hatiye desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Elî el Melacî di operasyona paqijkirina bermayîyên DAIŞê de hatiye girtin.

Hat diyarkirin ku di operasyona li herêma Huseyniyat a rojavayê bajarê Hîtê de, balafirên şer ên Iraqê jî piştgirî dane.

Hat ragihandin ku El Melacî amadekariya êrîşan li ser hêzên iraqî dikir ku piştî hatiye girtin derxistine pêşberî dadgehê.