Waliyê Bexdayê yê rêxistina DAISê hat desteserkirin
PeyamaKurd – Şaneya Ragihandinê ya Ewehiya Iraqê daxuyaniyek belav kir da zanîn; hêzên ewlehiyê di operasyoneke taybet de Waliyê Bexdayê yê rêxistina DAIŞê desteser kir.
Şaneya Ragihandinê ya Ewehiya Iraqê destnîşan kir: “Bi îzna Xweda û hewldanên Dezgeha Ewlehiya Niştimanî û weke temamkariya ji bo peymana me ya zalbûna bi ser terorîstên DAIŞê de û di operasyoneke taybet de bi zanyariyên pêşwext, hêzên Dezgeha Ewlehiya Niştimanî, piştî çavdêrîkirin û lipeyçûna li sê parêzgehên Iraqê, karîne kesê bi nasnavê Waliyê Bexdayê yê rêxistina DAIŞê desteser bikin.”
Herwiha hatiye diyarkirin: “Terorîstê desteserkirî yek ji diyartirîn serkirdeyê DAIŞê ye û hejmarek postên di wê rêxistinê de birêve birine, yek ji wan ê herî girîng ku jê re 'Emîrê Giştî yê eyaletên Şam, Reqa, Badiye, Selahedîn, Bexda' dihat gotin û serkirdetiya gelek kiryarên terorîstî li dijî welatiyên sivîl û hêzên ewlehiyê kirine.”
Şaneya Ragihandinê diyar dike: “Ew serkirdeyê DAIŞê plana encamdana rêze êrîşan li nav bajarê Bexdayê dariştiye, lê ji ber çavvekirîbûna asayîşa niştimanî, beriya plana xwe encam bide, plana wî hat pûçkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin