Wê ji bo projeya elektrîkê ya gundên Germiyanê zêdetirî 3 milyar dînar bê xerc kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî da ku 3 milyar û 627 milyon û 836 hezar Dînar ji bo gihandina elektirîkê ji 25 gundên Îdareya serbixwe ya Germiyanê re were xerckirin.
Fermangeha Medya û Zanyariyan ragihand: “Di çarçoveya girîngîpêdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xizmetkirina gelê Kurdistanê û encamdana projeyên xizmetguzariyê li parêzgeh û îdareyên serbixwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî da li ser xerckirina 3 milyar û 627 milyon û 836 hezar Dînar ji bo cibicîkirina projeya gihandina elektirîkê ji 25 gundên îdareya serbixwe ya Germiyanê re.”
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ew pere bi awayekî neqdî û qonax bi qonax li ser budçeya veberhênana Wezareta Elektirîkê tê xerckirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin