Wê Tirkiye derziya koronayê li ser meymûn û mirovan bihevre biceribîne

30 July 2020 20:16 0 dîtin
Wê Tirkiye derziya koronayê li ser meymûn û mirovan bihevre biceribîne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku zanistên ji zanîngehên Tirkiyê Ortadogu Teknîk (ODTU), Zanîngeha Enqere û Gaziyê di encama xebatên xwe yên bo pêşxistina derziya koronayê de, serlêdana ku derziyê li ser meymûn û însanan hevdem biceribînin kirine.

Li demeke ku xebatên bo vedîtina derziya koronayê li seranserê cîhanê ji aliyê zanistên gelek welatana ve berdewam dikin û hîn encameke rasteqîne derneketiye û li ser mirovan jî encamên dawî nehatine standin, bi qasî 40 zanyarên tirk di bin banê kompaniya Nanografî A.Ş de serlêdana ceribandina derziya testkirinê li ser mirovan kirin.

Li gorî ragihandina tîma pêşxistina derziya nehiştina vîrusa koronayê, xebata wan serkeftî ye û ew derziya ku wan pêş xistiye di ceribandinên ser ajalan de derketiye holê ku salekê parastina ji nexweşiyê dike.

Pisporên tirk dibêjin, wan bi vê xebata xwe şaneyên razandî yên li ser pişikê ji nû ve vejandine û ew dê derziya koronayê jî berevajî rêbazên cîhanî, bi meymûn û mirovan re hevdem biceribînin.

Heta niha ti xebateke derziya koronayê nehatiye pesendkirin ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê û dezgehên pêwendîdar ên fermî yên dewletan ve.

Li gorî ceribandin û xebatên li cîhanê heta niha tenê du derziyê pêşketî ku gihîştine qonaxa testkirina li ser mirovan li Amerîka û Brîtanyayê hene û ew jî li gorî pêşbîniyan heta dawiya sala 2021ê encex bigihîjin encama dawî.