Welatiyên li Iraqê ji serjimêriya gistî bi guman in

14 October 2024 10:10 0 dîtin
Welatiyên li Iraqê ji serjimêriya gistî bi guman in

PeyamaKurd – Biryar e di meha bê de serjimêriya giştî ya niştecihan li Iraqê were kirin, lê hemwelatî wisa difikirin ku hinek pirsên ku ji wan tên kirin “şexsî” ne û piştî serjimêrê wê baca wan were dayîn.

Serjimêrî yek ji giringtirîn mijare di warê naskirina nifûsa her welatekî û komkirina dane û zanyariyan de, lê li gor nûçeyên ku di çapemeniya Iraqê de belav bûne, welatî bi guman in ser wê yekê.

Welatiyan amaje bi wê yekê dikin ku "Pirsên di forma serjimariyê de ti eleqeya wan bi mijarê re nîne."

Di forumê de 70 pirsên cuda di 11 beşên cuda de hene, ku hinek ji wan bi jiyana takekesî, tenduristî, zanistî, kar, xanî û xizmetê ve girêdayî ne.

Pirsên di forumê de yên weke cureya telefona destan, mal, otomobîl û tomarên GPSê yên xaniyan û heta cureya girêdana înternetê jî gumanan bi welatiyan re çêdike.

Berdevkê Wezareta Plandanan a Iraqê Ebdulzehre Hindawî ev guman red kir û got ku tomarkirina kelûpelan ti pêwendiya wê bi bacê re nîne.

Berdevk Hindawî diyar kir ku armanca serjimêriyê komkirina daneyan li ser asta jiyana takekesî, rêjeya xizaniyê, nêrîna alavên li ser asta welat, qebareya xerckirina elektrîkê, nifûs û mezinbûna aborî ye.