Wezareta Plandanên ya Iraqê: Saleke din wê serjimêriya gistî were kirin

04 November 2021 14:01 0 dîtin
Wezareta Plandanên ya Iraqê: Saleke din wê serjimêriya gistî were kirin

PeyamaKurd – Wezareta Plandanên ya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, wê saleke din li Iraq û Herêma Kurdistanê serjimêriya giştî were kirin.

Berdevkê Wezareta Plandanên ya Iraqê Ebdulzehra Hindawî di daxuyaniyê de da zanîn, Hikûmeta Iraqê biryar daye di meha Mijdara sala 2022an dest bi serjimêriya giştî li Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Ebdulzehra Hindawî eşkere kir, Wezareta Plandanên ya Iraqê ji bo serjimêriyê, 120 milyar Dînar terxan kiriye.

Hindawî herwiha destnîşan kir, ji bo encamdana serjimêriyê, hin test li parêzgehên wek Besra, Enbar, Kerbela û Hewlêrê hatine kirin û niha jî li Duhokê tê kirin.

Herî dawî diyar kir, armanc jî wan testan ew e, amêrên elektoronî amade bikin û bizanin çi kêmanî di karûbarên hunerî de heye.