Wesanxaneya Nûbiharê bi 5000 pirtûkan pistgirîya banga "Dersa Kurdî Hilbijêre" dike
PeyamaKurd – Weşanxaneya Nûbiharê, bi 17 pirtûkên cuda yên zarokan, piştgirîya banga "Dersa Kurdî Hilbijêre" dike û 5000 pirtûkan li xwendekarên dersa Kurdî belav bike.
Weşanên Nûbiharê di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê daye zanîn, pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî, heta 21ê Çile berdewam e û eşkere dike: “Em jî bi navê Nûbiharê piştgiriyê didin banga “Dersa Kurdî hilbijêre.” Dema mamosteyên polên Kurdî serî li me bidin û ji me bixwazin, em ê ji 17 cûre pirtûkên zarokan, bi temamî 5000 hebî li polên Kurdî belav bikin.”
Pirtûkên ku Weşanên Nûbiharê soz daye ku li ser xwendekaran belav bike ev in:
Ji Edebiyata Zarokan:
1-Daweta Noko û Nîskê
2-Du Legleg-Zozan û Gernas
3-Gurê Kubar
4-Ejderhayê Tirsonek
5-Kulîlk-Dîwana Zarok û Ciwanan
6-Abşûran
7-Demsala Nan
Seta Daristana Şîrîn (10 pirtûk)
1-Poşmaniya Mar
2-Kangûrû Gogo
3-Sihorîka Tirsonek
4-Hechecika Delal
5-Malbata Meymûn Xanim
6-Çirçirk û Cîranên Wê
7-Xewa Piling Pîlo
8-Roja Bavan
9-Roja Dayikan
10-Reşbeleka Daristana Şêrîn

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin