Wesanxaneya Nayê bi hezar pirtûkan pistevaniya kampanyaya dersa Kurdî dike
PeyamaKurd – Weşanxaneya Nayê, bi hezar pirtûkan piştevaniya kampanyaya dersa Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê didome dike.
Di çarçoveya kampanya hilbijartina dersa bijarte ya zimanê Kurdî de, Weşanxaneya Na li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Em wek weşanxaneya Nayê, hezar pirtûkan diyarî zarokan dikin. Ji bo ev kampanya bigîhîje armanca xwe, hûn jî dikarin pirtûkên zarokan ji ser malpera me bixwazin.”
Waneya Bijarte ya Zimanê Kurdî ji sala 2012an ve di nava pergala Wezareta Perwedê ya Tirkiyê de cih digire û ji bo polên 5, 6, 7 û 8an tê dayîn.
Îsal dema serlêdana waneya bijarte heta 7ê Sibatê hat dirêjkirin û eleqeyeke gelek zêde bo waneya bijarte ya zimanê Kurdî heye. <
>Em wek weşanxaneya Na'yê hezar pirtûk diyariyê zarokan dikin. Ji bo ev kampanya bigîhîje armanca xwe hun ji dikarin pirtûkên zarokan ji ser malpera me bixwazin. https://t.co/dQLaMdMUZS #KurdîHilbijêre @HezkurdHZK @HezKurd @mmstynkurdi #nakitap pic.twitter.com/o8OiTGXat9
— na kitap (@WesanenNa) February 2, 2022

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin