Wezareta Berevaniyê ya Fransayê bo zêdebûna tevgera DAIS'ê li Sûriyê hisyarî da
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Fransayê, di derbarê zêdebûna tevgera DAIŞ'ê li Sûriyê de, hişyariya dubare vegera wê rêxistina terorê da.
Li gor Wezîra Berevaniyê yê Fransayê Florence Parly ji medyaya Fransî re diyar kir, rêxistina DAIŞê bi yekcarî nehatiye jinavbirin û ji nû ve li Sûriye û Iraqê serê xwe hildide. Ji ber wê jî, hêzên wan li wan her du welatan e.
Parly da zanîn, ji dema kontrolkirina bajarokê Baxozê li Dêrazorê di Adara 2019an de ku dawî baregeha DAIŞê bû, tê dîtin ku hêdî hêdî DAIŞ hêza xwe li Sûriyê vedigerîne.
Wezîra Berevaniyê yê Fransayê amaje bi wê da, DAIŞ li Iraqê jî xwe birêkxistin dike û metrisiya vegera wê jî heye.
Ev daxuyaniya Wezîra Berevaniyê yê Fransayê di demekê de ye, di çend rojên borî çekdarên DAIŞê êrîşên mezin birine ser hêzên rêjîma Sûriyê li beyabana Sûriyê û nêzîkî 40 leşkerên artêşa Sûriyê û çekdarên mîlîşyayên ser bi wê ve hatine kuştin.
Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova, ji meha Adara 2019an û heta niha, zêdetir ji 180 leşkerên artêşa Sûriyê û çekdarên mîlîşyayên ser bi wê ve li wê navçeyê hatine kuştin.
Li gor raportên medyayî, çekdarên DAIŞê li 3 cihên sereke dimînin, li çiyayê Bişra li başûrê Reqa, devera Defîne li başûrê rojavayê Dêrazorê û li beyabana di navbera Tedmur û bajarokê Suxneyê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin