Grûba Youth Demand êrîsê wezareta berevaniyê ya Îngîltere kir
PeyamaKurd – Grûba bi navê Youth Demand bi sedema daxwaza Îngîltere ambargo ya çekan deyne ser Îsraîlê, bi boyaxê êrîş kir ser avahiya wezareta berevaniyê. Di dema êrîş û protestoyê de, polîs hinek kesan xist binçav. Grûb daxwuyanî da û got:
“Wezaret bergiriyê nake, dikuje. Ji ber Îngîltere îznê dide finansmana sîlih ya Îsraîlê, em vê proja mirinê qebûl nakin.”
Wezîrê berevaniyê yê Îngîltere di daxwuyaniya xwe de got:
“Kes nikare hêzên çekdar bitirsîne û dê nên tirsandin. Kesên di nav wezaretê de her roj li hemberê dîktator û terorîstan têdikoşin. Gelek ji wan ji bo me biparêzin, welatparêzên ku jiyana xwe dixin talûkê. Kesên îro li hemberê me, ew kesin ku di wexta girtina wan de ez kêf digrim û sûcdarên tirsonekin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin