Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê 18 kesên rejîmê girt
PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ragihand ku di dema lêgerîna li bajarê Resuleynê de 18 kesên ku dibêjin ew zilamên rejîma Sûriyê ne hatin girtin. Wezaret di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Li rojhilata başûrê Resuleynê (Serê Kaniyê) de, di dema lêgerîn-keşf û xebatên asayîşî de 18 kesên ku dibêjin zilamên rejîmê ne, bi saxî ketin dest.”
Wezaret wekî din jî çi hûrgiliyekî di mijarê de nekir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin