Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê : Di operasyonên hewayî de me 13 çekdar li Zap û Xwakurkê kustin

17 November 2023 16:33 0 dîtin
Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê : Di operasyonên hewayî de me 13 çekdar li Zap û Xwakurkê kustin

PeyamaKurd - Tirkiyeyê kuştina 13 çekdarên PKKyê li Zap û Xwakurkê ragehand.

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê di beyannameyekê de ragehand ku operasiyoneke asmanî bo ser bingehên PKKê yên li Zap û Xwakurkê kirine û 13 çekdarên PKKê kuştine.

Ji aliyekî din ve PKK jî radigehîne ku li Zap û Xwakurk û Metîna êrîşî artêşa Tirkiyeyê kiriye û di dema heftiyekê de 16 serbazên Tirkiyeyê kuştine.

Şerê PKK û Tirkiyeyê li deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir zirarê digehîne welatiyên Herêma Kurdistanê. Ji ber wî şerî, nêzî 800 gundan û hejmareka deverên geştiyarî li sinorê Herêma Kurdistanê hatine wêrankirin û berdan. Piraniya wan gundan dikevin sinorê parêzgeha Dihokê. 

Li gor dawî amajeyên naverasta meha Tebaxê ya îsal, 274 gund li sinorê parêzgeha Dihokê ji ber wî şerî hatine berdan ku 250 ji wan dikevin sinorê qezaya Amêdiyê û 24 jî dikevin sinorê qezaya Akrê. Herwesa 47 gund li sinorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê jî ji ber wî şerî hatine berdan.