Wezareta Elektrîkê demên dayîna elektrîka nistimanî zêde dike
PeyamaKurd – Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo piştevanî û asankariyek ji xwendevanan re, demên dayîna elektrîka niştimanî zêde dike.
Îro 22.06.2021ê Wezareta Elektrîkê bi daxuyaniyekê diyar kir: ‘‘Wek piştevaniyek û asankariyek ji bo xwandevanan, 300 megawat elektrîk hatiye zêdekirin û hêviya serkeftinê ji bo xwendevanan dixwazin.’’
Zêdekirina elektrîkê di demekî de ye ku îro ezmûnên xwendevanên pola 1 ya seretayî, heta 11 ya amadeyî destpê kirin, herwiha ezmûnên pola 12 ya amadeyî jî roja 25.07.2021ê destpê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin