Wezareta Ewqafê yekem roja ‘Remezana Pîroz’ eskere dike

11 April 2021 11:55 0 dîtin
Wezareta Ewqafê yekem roja ‘Remezana Pîroz’ eskere dike

PeyamaKurd - Lîjneya Bilind a Dîtina Heyvê a Wezareta Ewqafê îro ji bo diyarkirina yekem roja meha Remazanê wê çavdêriya heyvê bike.

Wezareta Efqaf û Kaûrbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê ragihand, bi mebesta diyarkirina yekem roja meha “Remezana pîroz”, Lîjneya Bilind a Dîtina Heyvê, wê êvariya Yekşemê, 11.04.2021, bi hemahengiya li gel lîjneyên wan ên din, li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê kom bibe û çavdêriya dîtina heyvê bike.

Wezareta Ewqaf da xuyakirin ku li gor belgeyên şerîî biryar wê li ser “yekem roja meha Remezana pîroz bê dayîn.

Wezaretê diyar kir, bi ragihandina biryara fermî ya Lîjneya Dîtina Heyvê (li gor belgeyên şerîî) nîqaşên li ser vê mijarê namînin.