Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi bersivekê gotinên Erdogan red kir

21 April 2022 11:36 0 dîtin
Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi bersivekê gotinên Erdogan red kir

PeyamaKurd Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi bersivekê gotinên Erdogan red kir û diyar ku operasyona leşkerî ya Tirkiyê ya li nav axa Herêma Kurdistanê, ne bi hevahengî û agahdariya Bexdayê ye.

Li gor Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ji medyaya fermî ya welatê xwe re eşkere kir, wezareta wan operasyona leşkerî ya Tirkiyê weke binpêkirina eşkere ya serweriya axa Iraqê dibîne û weke gefek li ser yekparçebûna axa Iraqê dibîne û zerarê dide welatiyan.

Herwiha Ehmed Sehaf gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên ku qala hevkarî û hevahengiya navbera Enqere û Bexdayê ji bo destpêkirina operasyona leşkerî kiribû red kir.

Herî dawî eşkere kir: “Rêkeftinek di navbera Tirkiye û PKKê de heye ji bo ku çekdarên PKKê bên nava axa Iraqê, da ku ev bibe hincetek ji bo Tirkiyê ku binpêkirina serweriya axa Iraqê bidomîne.”