Wezareta Saredarî û Veguhastinê li Duhokê dest bi çêkirina rêyeke 30 metreyî kir
PeyamaKurd – Wezareta Şaredarî û Veguhastinê li Duhokê dest bi çêkirina rêyeke 30 metreyî ya bi bihayê nêzîkî sê milyar dînaran kir.
Li gor Wezareta Şaredarî û Veguhastinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, bi serpereştiya tîmên Şaredariya Duhokê dest bi çêkirina rêyeke 30 metreyî li beşa 45 a Masike ya bajarê Duhokê kir.
Hat ragihandin ku proje bi bihayê 2 milyar û 927 milyon û 576 hezar û 500 dînar li ser budceya parêzgeha Duhokê tê cîbicîkirin û di bin çavdêriya tîmên Rêveberiya Şaredariya Rojhilat û Serokatiya Şaredariya Duhokê de Mizgefta Sebah Malhim li nêzîkî çaksaziya Zrka ya Duhokê dest pê dike.
Herî dawî Wezareta Şaredarî û Veguhestinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Ev proje projeyek sereke ya xizmetguzariya cadeyan e ku hemwelatiyên bajêr bi taybetî şofêran hêsan dike û asta xizmetguzariyê li Duhokê di warê kolan û rêyan de jî baştir dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin