Wezareta tenduristiyê ya Sûdanê: Artês û HDK 512 kesan ji hev kustin

26 April 2023 21:44 0 dîtin
Wezareta tenduristiyê ya Sûdanê: Artês û HDK 512 kesan ji hev kustin

PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Sûdanê ragihand ku şerê di 15 ê nîsanê de di navbera artêşa Sûdanê û hêzên lezgîn yên destekê (HDK) de destpêkiribû, heya niha di şer de 512 kes hatine kuştin û 4.193 kes jî birîndar bûne.

Li eyaleta Hartûmê tenê 169 kes mirine û 2.403 kes birîndar bûne. Ji bo terefên şer ji nexweşxane û navendên tendursitiyê xwe dûr bixin hevdîtin kirine. Piştî hinek nexweşxane hatibûn girtin, ji bo xizmetê car din vekirine, di mijara amadekirina derman û kontrola nexweşînê de bi WHO yê re di nav koordînasyonê de dixebitin.

Sendîka doktoran ya Sûdanê jî ragihand ku nexweşxanên nêzî xetta şer %72 ên wan xebatên xwe dane rawestandin. Sendîka di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser facebookê weha ragihand:  

“Li payîtextê û eyaletan ji 82 nexweşxaneyan 59 ên wan xizmetê dikin. 14 nexweşxane bombebaran kirine û 19 nexweşxanan bi zorê vala kirine.”