Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê li Hesekê xwendina li kolêj û peymangehan radiwestîne
PeyamaKurd – Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir, li Hesekê xwendina li kolêj û peymangehan radiwestîne.
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Sûriyê di daxyaniya xwe de eşkere kir, xwendin li kolêj û peymangehên parêzgeha Hesekê yên ser bi Zanîngeha Ferat, radigire.
Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê, sedema wê ragirtinê da zanîn û got, sedem ew e ku hejmarek ji avahiyên kolêjan li Hesekê rastî têkdan û talankirinê hatine, ew jî piştî rewşa dawî ku bi sedema bûyera Zindana Sînaa çêbû, bi taybetî Kolêja Endazyariya Çandiniyê.
Herwiha di biryara wezareta hikûmeta Sûriyê de nehatiye diyarkirin, kengî careke din ew kolêj û peymangehê vebin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin