Wezareta Xwendina Bilind xebata 3 salan eskere kir: Sê jinên serokên zanîngehên Kurdistanê hene
PeyamaKurd - Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Herêma Kurdistanê, xizmet û kar û xebatên 3 salên xwe eşkere kir.
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Aram Mihemed ragihand, wan kariye gelek destkeftan di warê pêşxistina zanîngehan, kêmkirina kirêya xwendinê û gihandina wê bo asta navdewletî de di heyama sê salên temenê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi dest bixin.
Mihemed diyar kir, karê herî girîng yê wezareta wî, kêmkirina kirêya xwendina paralel û êvarê bi rêjeya ji sedî 45 e û wiha pê de çû: “Di heyama sê salên borî de, wezareta me ji koma 14 zanîngehan, serokên 12 zanîngehên hikûmî guhertin. Li ser asta rêveberên fakulteyan jî guhertin çêbûn ku me nêzîkî 60 rêveberên fakulteyan guhertin û ev prose dê berdewam be.”
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî da zanîn,wezaretê derfetên serkirdatiya akademî ji jinan re peyda kir, ta ku di rêveberiya saziyên xwendina bilind de beşdar bibin ku sê jin weke serokên zanîngehan hene.
Wezîrê Xwendina Bilind da zanîn, kirêyên xwendina paralel û êvarê bi rêjeya % 45 û kirêya xwendina taybet bi rêjeya % 25 ji bo sala yekem de û % 20 ji bo salên di pişt re hatin kêmkirin û gelek bargiraniyên aborî li ser xwendekaran û malbatên wan sivik kir.
Aram Mihemed di dewamê de got: “Yek ji karên din ên wezareta me, ragihandina 6 hezar kursî ji bo xwendekarên xwendina bilind wek dîplome, master û doktora ye û xwendina bêpere ji bo malbat û zarokên şehîdan. Her wiha me kursiyan ji xwendekarên Şingal, Kerkûk û Xaneqîn û navçeyên din ên Kurdistanî û herwiha ji koçberên Sûriyê re jî dabîn kirin.”
Aram Mihemed bibîr xist: “Me karîbû piştgiriya darayî werbigirin ji bo cibicîkirina projeyên reforma xwendina bilind bi rêya bernameyên Yekîtiya Ewropî, bi taybetî bernameyên Erasmus û Erasmus Palace, ew jî bi hevkariya Yekîtiya Ewropî, bi armanca pêşxistina karînan û piştgirîkirina saziyên Xwendina Bilind bi 3 milyon Euro.”
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî dawiyê jî got: “Xaleke din ku hêjayî gotinê ye, ew jî berfirehkirina rehenda navdewletî ya zanîngehên me ye, ji bo pêşxistina pêwendiyên zanistî û akademîk.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin