Wezareta Derve ya Sûriyê li ser qutkirina ava Hesekê name ji NY re sand
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Sûriyê, li ser qutkirina ava stasyona Elok ji aliyê komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve, nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandiye û qutkirina avê bi ser zêdetirî milyonek kesên li parêzgeha Hesekê şermezar kiriye.
Wezaretê di nameyê de diyar kiriye ku heta niha 17 caran av li ser Hesekê hatiye qutkirin û hatiye gotin: “Hikumeta Tirkiyê ji bo ku destkeftiyên siyasî û leşkerî bi dest bixe sûcên dermirovî mîna guhertina demografiya herêmên Sûriyê yên dagirkirî, pêk tîne. Dewleta Tirk bi qutkirina avê li ser sivîlan tevahiya peyman û lihevkirinên navneteweyî binpê dike.”
Wezaretê ew yek şermezar kiriye û ji konseya ewlehiya NY û Sekreteriya Giştî ya NY daxwaz kiriye, bilez mudaxele bikin û Tirkiyê neçarî rêzgirtina yasayên navdewletî bikin daku stasyona Elok ji nû ve bê xebitandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin