Wezîrê Dadê axivî: Gelo wê li ser Tetwanê jî qeyûm bê danîn?

07 June 2024 18:12 0 dîtin
Wezîrê Dadê axivî: Gelo wê li ser Tetwanê jî qeyûm bê danîn?

PeyamaKurd – Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç, derbarê danîna qeyûm li ser şaredariya Colemêrgê û pirsa li ser navçeya Tetwanê ya Bedlîsê axivî.

Wezîrê Tirk got ku erka Destûra Bingehîn hatiye bikaranîn û qeyûm li ser Colemêrgê hatiye tayînkirin.

Tunç diyar kir, li gorî xalên qanûnê yên 45-46 û madeya 127 a Destûra Bingehîn, ger lêpirsîna terorê hebe, Wezareta Navxwe dikare şaredaran bi awayê demkî ji kar dûr bixe.

Herwiha Yilmaz Tunç li ser lêpirsîna ku bi hinceta danîna wêneyê Erdogan li odeya meqamê şaredariyê li ser Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol hatiye destpêkirin jî bersiva da pirsên derbarê amadekariyên bo tayînkirina qeyûm li ser şaredariyê û wiha axivî:

“Divê em di têkoşîna dijî terorê de yekrêz bin. Dîmenên li Tetwanê û hin şaredariyên din ku em dibînin êrîşên dijî yekîtiya dewleta me ne ku Serokomarê me nûnertiya wê dike. Li Tetwanê jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.”