Wezîrê karên hundir yê Bolîvyayê: Me berê zanibû wê derbe bikin

27 June 2024 23:49 0 dîtin
Wezîrê karên hundir yê Bolîvyayê: Me berê zanibû wê derbe bikin

PeyamaKurd – Wezîrê karên hundir yê Bolivyayê Eduardo del Castillo, li ser hewla derba duhî got ku haya wan ji derbê çêbûbû. Castillo, ragihand ku haya wan ji derbê hebû lê xwediyê agahiya zêde nebûne.

Bandora hewla derba leşkerî ya li welatê Amerîka Başûr li Bolîvyayê ku di nav çend seetan de ber lê girtin, dewam dike.

Wezîr Castillo îro di wextê sibê de ragihandina xwe kir û got ku fermandarê artêşê Juan Jose Zuniga û koramîlralê berê Juan Arnez Salvador, xistine binçav.

Bi fermana fermandarê artêşê Juan Jose Zuniga, duhî li payîtexta Bolîvyayê li La Pazê, bi alavên zirxî zor dabûn deriyê qesra hukumetê. Serokê dewleta Bolîvyayê Luis Acre, ji bo parastina demokrasiyê xelkê dawetî kolanan kiribû.

Karibûn di nav 3 seetan de ber li derba leşkerî bigrin.