Wezîrê karên hundir yê berê yê Tirkiye Oguzhan Asiltürk koça dawî kir
PeyamaKurd – Wezîrê berê yê karên hundir yê Tirkiyê Oğuzhan Asiltürk ku serokê konseya îstîşarê yê Partiya Saadê bû li nexweşxana Şehir ya li Ankara koça dawî kir. Li ser koça wî, wezîrê dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gül û wezîrê karên hundir Süleyman Soylu, Numan Kurtulmuş, Temel Karamollaoğlu û siyasiyên din çûn nexweşxanê.
Li ser koça Asiltürk wezîrê karên hundir Soylu weha got:
“Rêwîtiya me û teslîmiyeta me diyare. Ew kesayetiyekî dewletî û jiyana siyasetê bû. Bi sedema ez wezîrê karên hundir bûm, me gelek hevdîtinan kir. Bi şîret û tecrubeyên xwe û hem miroviya xwe ya dewletê xwe dida hîskirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin