Wezîra Alman Baerbock ji ber frokeya Rûs ji Ûkraynayê vegeriya
PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, ji ber frokeya bêmirov a Rûsyayê, bernameya serdana xwe ya Ûkraynayê betal kir û ji Ûkraynayê vegeriya welatê xwe.
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di çarçoveya serdana xwe ya Ûkraynayê de, ji bo xebatên avakirina sazgeheke parzûnkirina ava vexwarinê ku ji aliyê Almanyayê ve hatibû fînansekirin, îro çû bajarê Mikolayiv ê Ûkraynayê.
Hate ragihandin ku ji ber di dema serdana bajarê Mikolayiv de frokeyeke bêmirov a Rûsyayê li asîmanê vî bajarî hatiye dîtin, ji ber rewşa ewlehiyê Baerbockê bernameya xwe betal kiriye û bi lez vegeriyaye welatê xwe.
Medyaya Ûkraynayê jî ragihand ku Wezîra Alman Baerbock ji ber frokeya bêmirov a Rûs, bi otomobêlên zirxî ji herêma Mikolayivê vegeriyaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin