Wezîra Derve ya Fransayê Colonna li Gazzeyê banga navberdayîneke mirovî dike

05 November 2023 19:17 0 dîtin
Wezîra Derve ya Fransayê Colonna li Gazzeyê banga navberdayîneke mirovî dike

PeyamaKurd- Wezîra Karên Derve ya Fransayê Chatherine Colonna di serdana xwe ya li Dolha ya paytextê Qatarêde; bi daxuyaniyekî bang û daxwaz kir ku ji bo parastina zarok û sivîlan 'navbera mirov' di şer û êrişên Gazzeyê bê dayîn û divê Neteweyên Yekbûyî jî ji bo rawestandina şer û sazkirina aştiyê hewlan bidin. 

Colonna balê kişand ku di şer û êrişande pir zêde sivîl hatine kuştin û divê nexweşxane, dibîstan, peywirdarên alîkariyên mirovî û rojnamevan ji êrişên şer bên parastin. 

Wezîra Derve ya Fransayê da zanîn ku navbereke mirovî divê tekez bê dayîn û dê welatê wê Fransa jî di Konferansa Ewlehiyê ya Yekitiya Neteweyan de, ji bo vê yekê hewlan bide. 

Colonna daxuyand ku dê li Fransayê jî di 9'ê Cotmahêde  Konferansa Mirovî ya Navneteweyî lidarbixin û di wê konferansê de jî hem mijarên gihandina alîkariyên mirovî ji bo kesên sivîl yên wek: av, xurek, pêwistiyên tenduristî û enerjiyê û dabînkirina pêwistiyên bingehîn û hem jî parastina hiqûqa rewşên şer yên navneteweyî derbixin pêş û binirxînin.