Wezîra Navxwe ya Brîtaniyayê bi Mesrûr Barzanî re rewsa koçberan guftûgo kir
PeyamaKurd – Wezîra Navxwe ya Brîtaniyayê Priti Patel, bi pêwendiyeke telefonî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî geriya û rewşa koçberên li ser sînorê Belarûs û Polandayê û Kenala Îngilîzî de guftûgo kirin.
Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê di wê pêwendiyê de, hevxemiya xwe gihand Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo ew Pêşmerge û welatiyên ku di encama êrîşên vê dawiyên yên DAIŞê de şehîd bûne.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî nîgeraniya xwe derbarê rewşa ne li bar a koçberên Kurd li ser sînorê Belarûs û Polandayê û Kenala Îngilîzî nîşan da û tekezî li wê kir ku pêwîst e li gor yasayên navdewletî serederî ligel were kirin û hevkariyên mirovî û havkarî pêşkêşî wan bê kirin. Herwiha amaje bi wê da ku gef û metiriyên terorê û nearamiya rewşa ewlehiyê, yek ji wan hokeran e ku bûye sedema zêdebûna koçberan.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya hevahengiya Brîtanya, Fransa û welatên din ên Yekîtiya Ewropa ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberan kir. Amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo her hevkarî û hevahengiyekê ligel Hikûmeta Federalî û welatên Ewropa ragihand, bi taybet asankarî ji bo vegera arezûmendane ya koçberan bo Herêma Kurdistanê. Herwiha tekezî li ser hevkarî û hevahengiyekê hate kirin ji bo girtina rêkarên yasayî li hember wan kom û qaçaxçiyên ku koçberan dixapînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin