Wezîrê berê yê Çînê, ji bo xwarina bertîlê tê darvekirin
PeyamaKurd- Li gorî ragihandina çapemeniya Çînê, Wezîrê Dadê yê Çînê yê berê Fu Zhenghua, ji ber tawanên bertîl û bikaranîna erkê ya bi xirabî, bi sizayê darvekirinê hat sizadan.
Di agahiyên ku di qenala navendî ya Çînê CCTVê de hat ragihandin de hat diyarkirin ku di dema ku Fu Zhenghua Wezîrtiya Dadê, Dîrektoriya Buroya Ewlehiya Malê Giştî yê Pekinê û erka Alîkariya Wezîrê Ewlehiya Giştî bi rê ve biriye de li ser wî û xizmên wî, tawanên ku nêzîkî 14,9 milyon dolaran bertîl girtine, hatine kirin.
Hat zanîn ku wezîrê li ser doza xwarina bertîlê û bikaranîna erkê ya di rêya xirab de hikûm xwariye, ji ber vê tawanê ji bo wî û 2 şefên polîsan, sizayê darvekirinê hatiye dayîn ku ev siza dê heta 2 salan taloqkirî be.
Fu Zhenghuayê ku 67 salî ye, piştî van tawanên ku li ser hatin kirin, di lêpirsînekê re hatibû derbaskirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de par hatibû desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin