Wezîrê bergiriyê yê Îngîltere Wallace:”16 hezar leskerên Rûsyayê hatin kustin”

26 April 2022 00:40 0 dîtin
Wezîrê bergiriyê yê Îngîltere Wallace:”16 hezar leskerên Rûsyayê hatin kustin”

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îngîltere Ben Wallace ragihand ku li Ûkraynayê heya niha 15 hezar leşkerên Rûsyayê hatine kuştin û Rûsya heya niha hema hema di temamê hedefên xwe de biserneketiye. Wallace, di Kamara Awamê de ragihand ku heya niha di ser îşxala Ûkrayna de 61 roj derbas bûye.

Di daxwuyaniya xwe de Wallace got ku heya niha di êrîşan de 15 hezar leşker hatine kuştin, di ser 2 hezarî de alavên zirxî hatine îmhakirin an ketine dest ku di nav wan de herî kêm 530 tank hene. Di ser 60 balafir û helîkopteran de hatine xistin û di Derya Reş de keştiya şer ya Moskova hatiye noqavkirin. Wallace weha got:

“Hema em dikarin bêjin heya niha Rûsya di hedefên xwe de biser neket. Fermandariya Rûsya vêya dizane û ji nûh de civiya. Teqwiyeyan kir û xwe daye ser ewlehiya herêmên Donetsk û Luhanskê. Em texmîn dikin wê di pêvajoya pêşiya me de, Rûsya bixwaze li Donbasê bêhtir axê bidest bixe û di ser Mariupolê de bixwaze xwe bigihîne Kirimê da girêdana Rûsya pê re çêbibe. Ji ber wê pêdiviya Ûkraynayê bi alîkarî û sîlihan heye.”

Wezîr Wallace got ku heya niha di ser 5 hezarî de fuzeyên tanksawaran, 5 sîstemên parastina hewayî bi 100 fuzeyên wan ve zêdetir dane Ûkraynayê û 4.5 ton teqemeniya plastîk dane Ûkraynayê. Sîstema parastina hewayî ya fuzeyên Starstreak jî niha tev dixebitin. Wezîr got wê her weha wê sîtemên parastina hewayî bi fuzeyên wan ve û hinek jî alavên zirxî bidin Ûkrayna û ev alavên Stormer wê ji bo hêzên Ûkraynayê hem bi şevê û hem bi rojê ji bo mesayên kurt derfeta parastinê ji bo wan çêbike.