Wezîrê Brîtanyayê bi pêwendiyeke telefonî pîrozî li Nêçîrvan Barzanî kir

12 June 2019 18:18 0 dîtin
Wezîrê Brîtanyayê bi pêwendiyeke telefonî pîrozî li Nêçîrvan Barzanî kir

PeyamaKurd - Wezîrê Dewletê yê Brîtanya yê Karûbarê Rojhilata Navîn û Geşedanên Navdewletî Andrew Morison, bi navê hikûmeta Brîtanyayê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê di erk û postê nû de jê re xwest.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di pêwendiya telefonî de Morison tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê di hemû waran de di bin serkirdayetiya serok Nêçîrvan Barzanî de kiriye.

Nêçîrvan Barzanî jî ji aliyê xwe ve spasiya pîrozbahiya Morison kir û herwiha spasiya alîkarî û pişgîriya Brîtanyayê bo Herêma Kurdistanê di demên zehmet de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di hemû waran de daxwaza pêşxistina pêwendiyên zêdetir li Brîtanyayê kir.

Hêjayî gotinê ye Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May û Wezîrê Derve Jeremy Hunt jî bi peyamên cuda pîrozbaiya Nêçîrvan Barzanî kiribûn.