Wezîrê Karên Derve yê Fransayê bi pêwendiyeke telefonî spasiya Serokwezîr kir

22 November 2021 14:58 0 dîtin
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê bi pêwendiyeke telefonî spasiya Serokwezîr kir

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Fransayê, bi rêya telefonê pêwendî bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re danî û di derbarê koçberên ser sînorê Belarûs û Polandayê de axivîn û spasiya Serokwezîr kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, pêwendiyeke telefonî pêk anîn û di wê pêwendiya telefonî de rewşa koçberên ser sînorê Belarûs û Polandayê, beşdarî û mayîna Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn guftûgo kirin.

Derbarê rewşa koçberan de jî her du alî hemfikir bûn ku ew koçber bûne qurbanê destbazirganên mirov û qaçaxçiyan û ev yek lîstokeke siyasî ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir, bi vegerandina sedan koçberan bo Herêma Kurdistan û Iraqê û amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo her alîkarî û hemahengiyeke pêwîst di vegerandina bi dil a wan koçberên mane de nîşan da. Herwiha daxwaz ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê kir ku rola xwe ya gihandina hewarçûna wan koçberên asê mane de bilîzin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê, derbarê wan tewanbarên bazirganên mirovan de jî pesnê wan tedbîran da, ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine wergirtin û spasiya Serokê Hikûmetê jî kir, ku bi lez li gel berpirsên Hikûmeta Federal a Iraqê welatên Yekitiya Ewropa hemahengî kir û hewla çareserkirina wan pirsgirêkan da.

Serokê Hikûmetê û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê, rêkeftin li ser wê yekê kir ku tîmeke teknîkî ji Parîsê ve wê serdana Herêma Kurdistanê û Bexdayê bike, ji bo dûvçûn û wergirtina tedbîrên pêwîst.

Herwiha her du alî hemfikir bûn li ser girîngiya berdewambûna pêwendî û hemahengiya di navbera her du aliyan de.