Neçîrvan Barzanî bi wezîrê karên derve yê Fransayê re civiya

30 March 2021 22:28 0 dîtin
Neçîrvan Barzanî bi wezîrê karên derve yê Fransayê re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser daweta fermî ya serokê Fransayê Emmanuel Macron seredana Fransayê kir. Piştî civîna bi serok Macron re bi wezîrê karên derve yê Fransayê bi Jean-Yves Le Drian re hat cem hev. Civîna Barzanî bi Macron re 2 siet dewam kir.

Piştî hevdîtina bi Macron re Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:

“Ez îro li Parîsê bi hevalê xwe Emmanuel Macron re civiyam û gelek kêfxweşim. Min sipasiya xwe bo desteka daîmî ya Fransayê bo Macron kir. Têkiliyên duqolî, Iraq û pirsgirêkên herêmî û derfetên ku dertên pêşiya me û em li ser zahmetiyan axifîn.”

Niha hevdîtina Barzanî û wezîrê karên derve yê Fransayê dewam dike û piştî hevdîtinê dibe ku Barzanî bi şaredarê Şaredariya Parîsê re bicive.

Di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de dostaniyekî dîrokî heye û ev dostanî di rêya hevjîna François Mitterrand ku serokê berê yê Fransayê bû, di rêya Danielle Mitterrand de destpêkiribû.