Neçîrvan Barzanî û wezîrê karên derve yê Farnsayê Le Drian hevdîtinekî pêkanîn

11 July 2019 01:26 0 dîtin
Neçîrvan Barzanî û wezîrê karên derve yê Farnsayê Le Drian hevdîtinekî pêkanîn

PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi awayeka fermî hat dawetkirin bo koşka serokkomariya Fransayê Elysee yê. Piştî hevdîtina bi serokkomar Macron re, Barzanî bi wezîrê karên derve yê Fransayê bi Jean-Yves Le Drian re hevdîtinekî kir. Le Drian, li ber baregeha wezareta xwe pêşwaziya Barzanî kir.

Serokê herêmê bi heyeta xwe ve seredana Fransayê kir û di heyetê de; berdevkê heyetê Sefîn Dizeyî, wezîrê karên hundir yê berê Kerîm Şengalî, berpirsê baregeha têkiliyên derve Felah Mistefa û temsîlkarê hukumeta Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemerî hebûn.

Di navbera herêma Kurdistanê û Fransayê de têkiliyên dîrokî yên gelek xurt hene. Di mijara hevdîtina bi wezîrê karen derve yê Fransayê re ti agahî nehat dayîn.