Neçîrvan Barzanî wezîrê karên derve yê Fînlandiyayê qebûl kir

23 July 2020 22:47 0 dîtin
Neçîrvan Barzanî wezîrê karên derve yê Fînlandiyayê qebûl kir

PeyamaKurd- Îro bi sedema seredana wezîrê karên derve yê dewleta Fînlandiyayê Pekka Havisto û heyeta pê re, bo herêma Kurdistanê, serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wan qebûl kir. Di hevdîtinê de Barzanî sipasiya dewleta Fînlandiyayê kir ku di çarçoveya şerê koalîsyona li dijî DEAŞ ê de, alîkariya perwerdê û destekê dabû Peşmerge.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma kurdistanê, di hevdîtinê de têkiliyên navbera Fînlandiya û Herêma Kurdistanê, çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, pêvajoya siyasî ya li Iraqê û îstîqrara Iraqê, rola koalîsyonê ya di têkoşîna li dijî DEAŞ ê, nexweşîna koronavîrusê û mijarên herêmê babetên axaftina her dû aliyan bûn.

Barzanî ragihand ku ew şîrketên Fînlandiyayê dawet dike bo herêma Kurdistanê û dixwaze bo wan derfetan biafirîne.

Di hevdîtinê de wezîr Haavisto serkeftiyên Kurdistanê di mijara İŞİD ê de û di hewandina koçberan de Kurdistanê teqdîr dike. Her weha daxwaza pêşdebirina têkiliyên her dû aliyan kir û got ku dixwazin naveroka hevkariya her dû aliyan firehtir bikin. Wezîr ragihand ku ew dixwazin li Hewlêrê balyozxane ya dewleta xwe vekin.

Wezîrê Fînlandi piştî hebdîtinên li Bexdayê, ber destê êvarê çûbû herêma Kurdistanê. Li balafirgehê ji aliyê Rêber Ahmed, Sefîn Dizeyî û serokê dîwana Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî de hatibû pêşwazîkirin.