Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî: Teqîna boriya petrola Kurdistanê ji ber kontakta elektrîkê bûye
PeyamaKurd – Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê Kemal Etrûşî li ser teqîna boriya nefta Herêma Kurdistanê ya li aliyê Bakurê Kurdistanê axivî û diyar kir: “Teqîna boriya petrola Kurdistanê li Tirkiyê, bi sedema kontakta elektrîkê bûye û karekî terorîstî nebûye.”
Kemal Etrûşî eşkere kiriye, bûyer şeva din çêbûye û qebareya wê boriya teqiye, 40 înç e.
Li ser hinardeya petrola Kurdistanê jî Kemal Etrûşî destnîşan kiriye: “Teqîna boriyê bandorek mezin nabe li ser hinardeya petrola Kurdistanê, hinardeya petrolê tenê wê bi awayekî demkî bê rawestandin û em ê di zûtirîn dem de dest bi hinardekirinê bikin.”
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê daye zanîn: “Boriyeke din a 46 înçî ya Tirkiyê li kêleka boriya Kurdistanê heye û heya dema çêkirina boriya petrola Kurdistanê, em ê wê boriya Tirkiyê bikar bînin.”
Li gor zanyariyan, heta êvara Sêşemê 18ê Çileya 2022an, rojane 415 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê û herwiha rojane 75 hezar bermîl petrola Kerkûkê jî di rêya boriya petrola Kurdistan-Tirkiyê ve dihat hinardekirin, bi wê yekê jî berî teqînê rojane bi giştî 490 hezar bermîl petrol di rêya wê boriyê re dihat hinardekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin