Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî: Iraq dixwaze lîtreya petrolê ya 150 dînarî bi 250 dînaran li ser me hesab bike
PeyamaKurd - Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed ragihand: “Wezareta petrola Iraqê lîtreya neftê ya 150 dînaran dide xelkê Iraqê, biryar daye ji me re bi 250 dînaran bişîne.”
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bi zimanê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Mihemed Salih ragihand: “Peymanên Herêma Kurdistanê peymanên destûrî ne û di çarçoveya Iraq a Federal de ye û yasaya neft û gazê bixwe jî heye, konsulê giştî yê Amerîkayê pirsa pêngavên pêkve karkirina herdu wezaretan bo darijandina reşnivîsa yasaya neft û gaz a federal li min kir.”
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî got: “Rawestandina h2nardekirina petrola Herêma Kurdistanê 7 milyar dolar ziyan gihandiye Iraqê û daxwaza Iraqê jî li dadgeha navbeynkar a Parîsê daxwazeke netendurist û neaqilane bû.”
Kemal Mihemed Salih diyar kir: “Bi rêya parzûngehên navxwe ve, benzîn û neft û gaza malan û gaza taybet a ji bo karpêkirina rawestekên elektrîkê û nefta spî em berhem tînin.”
Wezîrê Kurd got: “Ti pirsgirêka me tine bi rêya SOMO petrola Herêma Kurdistanê bê firotin û têgihîştina baş jî heye û şandeya Herêma Kurdistanê û Bexdayê di gotûbêjan de ne û hêvîdarim bigihin rêkeftinê û dest bi hinardekirina petrolê bê kirin.”
Li ser şandina neftê ya ji aliyê Bexdayê ve bo Herêma Kurdistanê jî got: “Min ji Wezîrê Petrola Iraqê re got, neft bi çi nirxekî ji hemwelatiyên Iraqê re bê dayîn pêwîste bi heman nirxî ji hemwelatiyên Kurdistanê re jî bê dayîn û ew jî bi 150 dînarî tê dayîn, lê biryare ji bo me jî bi 250 dînaran bişînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin