Wezîrê dadê Bekir Bozdag parlementerê HDP ê Garo Paylan sermezar kir
PeyamaKurd – Parlementerê HDP ê Garo Paylan daxwaznameyekî da serokê meclisa Tirkiyê da ‘komkujiya Ermeniyan’ nasbike lê serokê meclisê Mustafa Şentop daxwaznamê bi paş de da Garo Paylan û qebûl nekir. Li ser mijarê wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdağ daxwuyaniyekî da û got:
“Ez daxwaznameya naskirina ‘komkujiya Ermeniyan’ şermezar dikim. Dayîna daxwaznamê ji bo serokatiya meclisê, ji bo milletê me, ecdadên me, dewleta me û dîroka me îftîraye.”
Wezîr Bekir Bozdağ di ser hesabê xwe yê Twitterê weha dewam kir:
“Parlementerê HDP ê Garo Paylan bûyerên sala 1915 an bi komkujiyê binav kir. Dayîna teklîfê ji bo serokatiya meclisê; ji bo milletê me, ecdadên me, dewleta me û dîroka me îftîraye. Meclis ne ciyê ku vê teklîfê lê biaxifin. Serokê meclisa me birêz Mustafa Şentop vê daxwaznama îftîrayê nexistiye qeydiyan û paşde daye parlementer û ev kiryara Şentop kiryarekî raste.
Ev daxwazname, kêmxistina milletê Tirke, kêmxistina meclis û dewleta Komara Tirkiyê ye. Ez Garo Paylan û partiya ku îznê daye, HDP ê şermezar dikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin