Wezîrê dadê Bozdag: Pêvajoya darizandina Imamoglu dewam dike

15 December 2022 00:51 0 dîtin
Wezîrê dadê Bozdag: Pêvajoya darizandina Imamoglu dewam dike

PeyamaKurd – Şaredarê bajarê mezin yê İstenbolê Ekrem Îmamoğlu (İBB) bi sedema ku li Rêxistina Bilind ya Hilbijartinê ya Tirkiyê heqaretê kiriye, dadgehê 2 sal, 7 meh û 15 roj cezayê zîndanê da İmamoğlu. Li ser mijarê, wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdağ ji bo çapemeniyê ragihand ku pêvajoya darizandinê dewam dike û mafê wî heye ku li dadgeha îstînafê û temyîzê de îttîrazê bike.

Bekir Bozdağ li ser biryara dadgeha Asliye Cezayê ya 7 em ji bo AA got:

“Turkiye dewletekî hûqûqê ye. Erka darazê dadgehên bê teref bicîh tînin. Ti kes nikare fermanê bide dadgehan an dadgeran û şîretan li wan bike. Dadger di biryara xwe de serbixwe ne. Li gor qanûn, hûqûqê, destûrê û wijdana xwe biryarê didin.

Biryara ku dadgeha Asliye Cezayê ya 7 em daye, biryara herî dawiyê nîne. Li hemberê biryara wê rêya îstînafê û temyîzê heye. Biryara ku dadgehên me yên ewilî didin ji aliyê dadgehên din de tên kontrolkirin. Pêvajoya darizandinê dewam dike.”