Wezîrê dadê Bekir Bozdag terzê bikaranîna dengan ragihand

24 February 2023 01:14 0 dîtin
Wezîrê dadê Bekir Bozdag terzê bikaranîna dengan ragihand

PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdağ li ser hilbijartinê daxwuyaniyê da. Bozdağ ragihand ku naxwaze bibe perçeyekî munaqeşeya hilbijartinan û weha got:

“Kî wê çawa û li ku derê dengê xwe bikarbîne, di qanûna hilbijartinê de hatiye destnîşankirin. Herkes vêya dizane. Ne hewceye ku em qanûnekî nûh derxin. Biryarên ku Rêxistina Hilbijartinê ya Bilind YSK) daye, di vê hilbijartinê de jî dewam dike.”

Wezîr li ser hilbijêrên di erdhejê de cîh guhertine vê ragihandinê kir. Bekir Bozdağ her weha ragihand ku dixwaze ji bo sûcên îmarê nekevin ber efûyê, di qanûna destûrê de guhertin çêbibe.