Wezîrê Dadê yê Kurdistanê giliyê serokê Parlementoya Iraqê kir
PeyamaKurd - Wezareta Dadê yê Kurdistanê ragihand, Wezîrê Dadê, Firset Ehmed ji ber qanûna hilbijartinên parêzgehan li dadgeha federal ya Iraqê gilî li ser serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî kiriye.
Wezareta Dadê ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, Wezîrê Dadê Firset Ehmed roja 24 Îlona îsal û bi rêka parêzerê xwe li dadgeha federal ya Iraqê gilî li serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, wezîr ji ber qanûna hilbijartinên parêzgehan gilî kiriye û gotiye, qanûna niha ya hilbijartinên parêzgehan ya Iraqê li dijî Destûra Iraqê û pîvanên hilbijartinên giştî û demokrasiyê û mafên bingehîn e. Ji ber wê jî divê ew qanûn were betalkirin û qanûnek nû were derxistin.
Qanûna niha ya hilbijartinên parêzgehan ya Iraqê dibêje; her kes divê di dema hilbijartinan de li parêzgeha xwe li bajarê xwe û li gundê xwe be. Eger wisa nebe dengê wî/wê betal dibe.
Ev jî bi ziyana kurdan e bi taybet wan kurdên ku ji ber şer û rûdanên 16 Cotmeha 2017 ji war û cihê xwe koçber bûne.
Hêjayî gotinê ye ku hilbijartinên parêzgehên Iraqê, meha Nîsana sala 2020 tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin