Wezîrê darayî yê Îranê û Erebistana Saûdiyê li Cidde hevdîtinekî pêkanîn
PeyamaKurd – Wezîrê darayî yê Îranê İhsan Handuzi û wezîrê darayî yê Erebistana Saûdiyê Muhammed el-Cedan, li Erebistanê li bajarê Cidde hatin cem hev. Li gor ragihandina tv ya dewletê ya Îranê; Handuzi û el-Cedan, di bêhndana navbera civîna Banka Geşepêdanê ya Îslamê de hevdîtin kirin. Wezîrê darayî yê Erebsitanê el-Cedan, di hevdîtinê de got ku piştî 7 salan di navbera Îran û Erebistanê de raziye ku di têkiliyan de normalbûn çêbûye û got:
“Em bi hêvî ne ku bi Îranê re pêngavên bilez bavêjin. Divê astengiyên aborî û bazirganî yên li ber her dû dewletan ji ortê rabin. Derfet hene ku her dû dewlet hevkariyê bikin û gelek kêfxweşe ku pêşwaziya hemkarê xwe li Riyadê bike.”
Wezîrê darayî yê Îranê Handuzi got ku ew ji pêşdeçûna têkiliyên navbera her du dewletan raziye, ji pêşdeçûna têkiliyan ne tenê her dû dewlet lê temamê herêmê wê fêde bibîne. Handuzi weha dewam kir.
“Divê astengên pere û karên bankayê ji holê rabin, seferên balafiran zêde û firehtir bibin, çûna hecê û pêşdebirina bazirganiyê di navbera her dû welatan de bibe. Têkiliyên me çawa ji aliyê aborî de girîngin, her weha ji aliyê siyasî û ewlehiyê de jî girîngin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin