Wezîrê Derve yê Amerîka: Divê pêsî Îran vegere cîbicîkirina xalên rêkeftina nukleerî

28 January 2021 14:01 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Amerîka: Divê pêsî Îran vegere cîbicîkirina xalên rêkeftina nukleerî

PeyamaKurd – Bi daxuyaniyekê, Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken diyar kir, divê pêşî Îran vegere cîbicîkirina xalên rêkeftina nukleerî, beriya ku Amerîka vegere gaveke wiha bavêje.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken di yekem daxuyaniya xwe ya di derbarê Îranê de, tekezî li ser helwesta Serokê Amerîka Joe Biden kir û da zanîn, heger Îran vegere, bi temamî pabendî rêkeftina nukleerî bibe, Amerîka jî dê vegere, heman karî bike.

Blinken destnîşan kir: Eger Îran vegere pabendî rêkeftinê, Washington dê hewl bide ku "rêkeftineke dirêjtir û bihêztir" ava bike û pirsgirêkên din yên "pir zehmet" jî çareser bike.

Blinken pirsgirêkên din yên "pir zehmet" diyar nekirin çi ne, lê pêştir Biden gotibû ew derbarê pêşxistina Îranê yên moşekên Ballistic û piştevanîkirin hêzên çekdar li Iraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê ne.

Ev daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîka piştî, Tehranê gotibû ew ê vegere peymana nukleerî, heger Washington erkên xwe cibicî bike û got: ''Mijarên moşekan û mijarên herêmî, nebûn û dê ne bibin beşek ji rêkeftina nukleerî'' hat.

Rêkeftin û protokolek di navbera Îran û endamên herdemî yên li Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî (Rûsya, Brîtanya, Çîn, Amerîka, Fransa) û Almanyayê di sala 2015an de hatibû îmzekirin, bi mebesta rê li ber pêşxistina bernameya nukleerî ya Îranê bigrin.

Amerîkayê di Gulana 2018an de, vekişîna xwe ji rêkeftina nukleerî ya Îranê, bi fermî ragihand.